Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA PARÊZERÊN REQA: DEWLETA TIRK BI GIRANKIRINA TECRÎDÊ YASAYAN BIN PÊ DIKE

Yekîtiya Parêzerên Reqayê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir .
Yekîtiya Parêzeran di daxuyaniya xwe de got: Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya tunekirinê ya li dijî gelên herêmê de tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê didomîne .
Her wiha yekîtiyê destnîşan kir ku Gel li hember komployê bê deng neman, ji kêliya yekemîn a dîlgirtina Rêbertî ve gel di nava çalakiyan de ye .
Yekîtiya Parêzerên Reqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û qedexeya hevdîtinê tevahî yasayan bin pê dike .