Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA CIWANÊN SURYAN ÊN PÊŞVERÛ KONGREYA XWE YA 3’EMÎN LI DAR XIST

Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû bi dirûşmeya “Bi ked û zanînê em ê ji bo siberojeke guncaw ji ciwanên xwe re rêya têkoşîn û azadiyê bidomîmin” 3’yemîn kongreya xwe li Qamişloyê li dar xist.

Kongr li hola Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenî ya li bajêr bi amadebûna zêdetirî 100 delge, nûrnerên ji Rêveberiya Xweser, Meclisa Beth Nehrên , partiyên Suriyan û Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk hate lidarxistin .
Di kongreyê de axaftin ji aliyê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû, Meclisa Beth Nehrên û Meclisa Ciwanan ve hatin kirin.
Her wiha rewşa rêxistinî ya yekitiyê û rêziknameya wê hatin nîqaşkirin.
kongre bi hilbijartina Sibhî Melkî û Cûlya Beşîr ji bo hevserokatiya nû ya yekitiyê bi dawî bû .