Kanala ROJAVA TV

DI SALVEGERA KOMPLOYÊ DE, LI ŞEHBA PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO TÊN XWENDIN

Di salvegera komploya navnetewî ya li dijî rêber APO de, koçberên efrînî û xelkên şehba çalakiya xwendina parêznameyên rêber APO li dar xistin.
Çalakiya xwendinê li kampa Serdem bi beşdariya xelkên Şehba û koçberên Efrînî yên kampên serdem û Efrîn hate lidarxistin.
Di çalakiyê de beşdar parêznameya 5’an a rêber APO dixwînin û nîqaş dikin.
Koçberên Efrînî diyar dikin ku ew bi riya xwendina parêznameyan dixwazin besivê bidin komplogeran ku çiqas tecrîdê giran bikin ew dest ji fikr û felsefeya rêber APO bernadin.