Kanala ROJAVA TV

TEVGERA ÇANDÎ LI REQAYÊ BER BI PÊŞKETIN Û NÛBÛNÊ VE DIÇE

Kantona Reqayê ku pêvajoyeke dirêj û reş ji terora DAIŞÊ dîtiye, bi awayekî rêkûpêk ji aliyê çandî ve xwe vedijîne.
sazî û rêxistinên çandî ji bo pêşxistina huner û hunermendan, bi armanca vegerandina spehîtiya çandî ya kantonê, dest bi însiyatîfan kirine.

Ji bo nûvegerandina jiyana çandî ya Reqayê, xebatên çandî têne lidarxistin.

Ji bo pêkanîna vê yekê, hemî hunermend û afirîner vegeriyan ser karên xwe yên hunerî, bername û pêşangehên hunerî û wêjeyî li bajêr hatin vekirin.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê Re’ed El-Fadil têkildarî xebatên pêşketina çandî ya ku Reqa dîtiye axivî û destnîşan kir ku Reqa ronahiya xwe ya çandî ji nû ve bi dest dixe.

Serokê Yekîtiya Hunermendan Îmad El-Ehmed jî got, tevgera çandî ji ber terorê li Reqayê hema bêje nemabû, lê îro bi hewldana rewşenbîr û hunermendan dîsa vedigere holê.

Bajarê Reqa ku ji aliyê hunerî û mîratî ve weke bûka Sûriyê dihat binavkirin, demeke dirêj ji tarîtiya DAIŞ’ê êş kişand.

Bi rizgarkirina Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, dîsa serê xwe hilda û dest bi qonaxek nû ya ronahiyê kir.