Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊ LI HEMBER KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ZÊDE DIBIN

Hevserokê ofîsa Rêxistinî ya TEV- DEM yê hesekê Ferhan Dawûd derbarê komploya 15’ê Sibatê ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiya kirin ji Rojava Tv re axivî û komploya li dijî Rêbertî şermezar kir.
Ferhan Dawûd destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêbertî divê helwestên cidî bên girtin û aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin.
Rêber Abdullah Ocalan e ji sala 1999’an ve bi komployeke navnetewî dîl hatiye girtin û ji wê demê ve û heta niha li Tirkiyê di girtîgeha greva îmraliyî de di bin tecrîdeke girankirî de ye.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve jî bi hinceta hebûna cezayên dîspilînê qedaxeya hevdîtinê bi rêber APO re haiye ferzkirin.
bi salvegera 25’an a komploya navnetewî re hevserokê ofîsa rêxistinê ya TEV – DEM yî Hesekê ji Rojava Tv re got, armanc ji komployê ew bû ku di kesayeta rêber APO de fikrê demokratîk û biratiya gelan tune bikin.
Ferhan Dawûd destnîşan kir ku ji bo azadiya rêber APO û çareseriya birsgirêkên Rojhilata Navîn, divê aliyên peywendîdar helwesteke cidî bigrin û bi erka xwe rabin.
15’ê Sibata 1999’an hêzên komploger bi armanca tunekirina nasnameya kurdan û ji holêrakirina doza wan, bi komployeke Navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin li hemberî wê jî gelên azadîxwaz bi armanca têkbirina komployê û şikandina tecrêdî di nava liv û tevgerê de ne.