Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ SERBILINDIYA XWE BI ÇALAKIYÊN HRE’YÊ NÎŞAN DAN

30 çileya 2024’an çeteyên dewleta Tirk a dagirkrer ên li gundê Basilê ya Efrîna dagirkirî derbek giran ji destên lehengên HRE’yê xwarin.

Têkildarî çalakiya HRE’yê, koçberên Efrînî yên li kampa Berxwedan dijîn ji Rojava TV re axivîn û serbilindiya xwe bi van çalakiyan nîşan dan.

Di encama çalakıya fedayî ya ku di 30 Çileya 2024’an de li gundê Basılê ya bajarê Efrînê hatibû lidarxistin de, bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û derbeke giran li Tirkiyê hate xistin.

Di heman demê 5 şervanên HRE’yê ku heya kêliya xwe ya dawî şer kirine, bi qehremanî gihêştin asta şehadetê û navê xwe li rûpela berxwedaniya Efrînê nivîsandin.

Derbarê çalakiya HRE’YÊ de, koçberên Efrînî yên ku li kampa berxwedan dijîn gotin, ew bi hêzên xwe serbilind in û bi vîn û israra HRE dê Efrîn vegere.

Her wiha Koçberê bi navê Şervan Mihemed anî ziman ku Hêzên Rizgariya Efrînê xwedî mafê rewa ye ku parastina xaka xwe bike.

Hêzên Rizgariya Efrînê ji roja yekem a dagirikirina Efrînê re, erka rizgarkirina Efrînê ji hovîtiya komên çete yên Tirkiyê girtiye ser milê xwe.

HRE’yê bi çalakiyên lehengî yên rojane ji her kesî re îspat dike ku ew her dem dilsozê peymanê xwe ne.