Kanala ROJAVA TV

TEV-DEM’Ê DERBARÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO DE CIVÎNEK LI DAR XIST

XERÎB HISO – HEVSEROKÊ TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK TEV-DEM'Ê

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya bajarê Qamişlo ji bo danasîna komploya li dijî Rêber APO, civînek li dar xist.
Civîn li Hola pîşesazîyê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya endamên Sazî, komîte û meclîsên girêdayî tevgera jin û rêxistinên jinan ên bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di civînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku armanca komploya navneteweyî ji holêrakirina felsefeya Rêber APO bû.
Her wiha hate destnîşankirin ku xewnên komplogeran têk çûn û bi milyonan kes li ser fikrê Rêber APO dimeşin.