Kanala ROJAVA TV

JINA ÊZIDÎ “KOVAN ÎDO XORTO” KÊLIYÊN JIYANA DI BIN ZORDARIYA DAIŞ’Ê DE VEDIBÊJE

KOVAN ÎDO XORTO - JINA ÊZDÎ YA HATIYE RIZGARKIRIN

Jina Êzdî ˊKovan Îdo Xortoˊ ya ku li Kampa Holê ji aliyê YPJˊê ve hate rizgarkirin ji ROJAVA TV re behsa kêliyên revandin, firotin û êşkenceyê kir û got ez li benda kêliya dîtina malbeta xwe me.
Her wiha fermandara YPJ’ê Rengîn Argêş jî piştrast kir ku ew ê erka xwe ya rizgarkirina jinan heta dawiyê pêk bînin.

Qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya li Kampa Holê bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê di roja 10’an de dewam dike.

Yek ji bûyerên balkêş ên ku di operasyonê de pêk hat rizgarkirina jina êzdî yê bi navê ˊKovan Îdo Xortoˊ bû.

Kovan weke piraniya jinên êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞÊ zordarî dîtiye, ji ROJAVA TV axivî û behsa kêliyên revandin û zilma DAIŞ’ê kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku çalakiya rizgarkirina ˊKovan îdo Xortoˊ pêk anîne, tekez kirin ku rizgarkirina jinan rola wan ya bingehîn e û ewê hertim ji bo wê têbikoşin.

Beriya niha di her du qonaxên operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, şervanên YPJ’ê çend jinên din ên Êzidî rizgar kirin û paşê ew vegerandin Şengalê.

Her wiha di operasyonên rizgarkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi sedan jin hatin rizgarkirin