Kanala ROJAVA TV

DÎWANA WÊJEYÊ ÇALAKIYEKE ÎMZEKIRINA PIRTÛKAN LI KOBANÊ SAZ KIR

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê çalakiya îmzekirina 5 pirtûkan li dar xist.
Çalakî bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, xwendekar û endamên dîwana wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li darxistin.
Li gorî komîteya amadekar çalakî bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatiye lidarxistin û tê de berhemên 5 nivîskarên ji Kobanê hatin îmzekirin.
Nivîskarên her 5 pirtûkan naveroka berhemên xwe ji beşdaran re şîrove kirin û behsa giringiya çanda xwendin û nivîsandinê kirin.
Di dawiya çalakiyê de stran hatin gotin, pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.