Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA REWŞENBÎRÊN REQAYÊ KONFERANSA XWE YA DUYEMÎN LI DAR XIST

bi dirûşmeya (çand ruhê demokrasiyê û bîranîna gelan e) Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê îro danê sibê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê konferansa xwe ya duyemîn lidar xist.
Konferans bi amadebûna saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka demokratîk, Yekîtiya Rewşenbîran û Tevgera Civaka Demokratîk hat lidarxistin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê, Rêveberiya Çandê û Komeleya Jinan a Zenûbyayê axivîn.
Her wiha prespektîvên Rêber APO hatin xwendin û piştre jî vîdyoyek derbarê xebata salane ya Yekîtiya Rewşenbîran de hate pêşkêşkirin.