HÊRSA GEL LI HEMBERÎ DARVEKIRINA WELATIYAN LI ÎRANÊ ZÊDE DIBE
Piştî darvekirina 4 welatiyên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve, li seranserî Kurdistanê nerazîbûn çêbûn.
Çalekvan û Parêzerên herêmê diyar kirin ku, Îran azadiya derbirîn û takekesiyê bin pê dike, her wiha bi cezayên darvekirinê gelan qir dike.
Piştî destpêkirina serhildana “Jin jiyan azadî” LI Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Dewleta Îranê zext, girtin û bidarvekirin zêde kirine.
4 Welatiyên Kurd yên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pehman Fatehî yên 19 mehan ji aliyê Îranê ve girtî bûn, 29’ê Çileyê hatin darvekirin.
Piştî darvekirina 4 ciwanên Kurd , rayedarên rejîma Îranê cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirin.
Têkildarî darvekirina 4 ciwanên kurd, Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo diyar kir ku, Îran azadiya derbirîn û takekesiyê bin pê dike.
Her wiha Parêzer Cibrayîl Mustefa got, cezayên darvekirinê yên li Îranê ji rêbazên qirkirina gelan e.