Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI HEMBER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ZÊDETIR DIBIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên li hember tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Rêveberên Herêmê ji Rojava TV re diyar kirin ku, tecrîda li dijî Rêber APO kiryarekî dijmirovî ye.

Rêber Abdullah Ocalan, kesayeta ku her tim bi mirovatiyê re mijûl bû û ji bo çawaniya pêşdebirina wê demeke dirêj li rastiyê geriya.

Bîrdozî û felsefe bi pêş xist her wiha ji bo azadiyê, di ronahiya felsefeya Neteweya Demokratîk de li çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê geriya.

Dewleta Tirk a dagirker da ku rê li ber herikîna felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bigire, tecrîdeke giran li dijî reber Apo dimeşîne.

Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku, CPT li hember girankirina tecrîda li Îmraliyê bê helwest e.

Li aliyekî din, Hevsroka Mala Êzdiya ya Kantona Cizîrê Leyla Ibirahîm da xuyakirin ku, ferzkirina tecrîdekî giran li dijî Rêber APO, kiryarekî dijmirovî ye.

Partiyên siyasî û Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Bakûrê Kurdistanê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber
Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li Wan û Qersê “Meşa Mezin a Azadiyê ” dest pê kirine.

Meş dê heta 15’ê Sibatê dewam bike.