Kanala ROJAVA TV

KAMPA HOLÊ KU LI BER TEQANDINÊ YE..NIFŞEKÎ NÛ YA DAIŞ’Ê AVA DIKE

KANÎ EHMED- YEK JI FERMANDARÊN OPARASYONA "MIROVÎ Û EWLEHIYÊ"

Qonaxa sêyemîn a Oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” bi lêgerîn û paqijkirinê li Kampa Holê di roja 5’an de didome.

Yek ji Fermandarên Oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” Kanî Ehmed ji telefizyona me re qonaxa sêyemîn a oparasyonê nirxand û diyar kir ku, malbatên çeteyên DAIŞ’ê dixwezin kampa holê bikin navenda avakirina DAIŞ’ê.

Di Kampa Holê de ku wekî xetertirîn kamp di cîhanê de tê naskirin, bi dehhezaran zarok û malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Jinên DAIŞ’î da ku nifşekî nû ya DAIŞ’ê ava bikin, zarokên xwe di Kampa Holê de li ser fikir û kiryarên tundrew mezin dikin.

Yek ji Fermandarên Oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” Kanî Ehmed ji telefizyona me re diyar kir ku, malbatên çeteneyên DAIŞ’ê dixwezin kampa holê bikin navenda avakirina DAIŞ’ê.

Kanî Ehmed di nava nirxandinên xwe de got, malbatên çeteyên DAIŞ’ê rojane bi kiryar û çalakiyên xwe dixwezin tola kuştina emîrên xwe rakin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27`ê Çileyê destpêkirina qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand.

Qonaxa sêyemîn a Oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku bi armanca rêgirtina li ber xeteriya şaneyên DAIŞ’ê dest pê kir, li Kampa Holê bi paqijkirina beşan û lêgerînê didome.