Kanala ROJAVA TV

BERXWEDANA KOBANÊ VEGUHERIYE DESTANEKÊ

SARA XELÎL- ENDAMA MECLÎSA JIN A PYD`Ê YA KOBANÊ

Endama meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokratîk PYD`ê ya Kobanê Sara Xelîl ku cihê xwe di berxwedaniya Kobanê de girtibû, ji Rojava Tv re behsa kêliyên berxwedaniyê kir.
Sara xelîl destnîşan kir ku berxwedana kobanê li tevahî cîhanê deng veda.

Di ser berxwedana Kobanê re ku mohra xwe li dîrokê xistî, 9 sal derbas bûn.

Berxwedana ku bûye sembola têkoşîna li dijî tarîtî û mêtîngeriyê, li cîhanê weke sembola hêviyê tê naskirin û veguheriye destanekê.

Endama meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokratîk PYD`ê ya Kobanê Sara Xelîl ku cihê xwe di berxwedaniya Kobanê de girtibû, behsa rojên berxwedaniyê dike.

Sara Xelîl destnîşan bi lehengiya şervanan kir û got dema ku şervan birîndar dibûn, Dermankirinên pêwîst werdigirtin û dubare berê xwe didan sengerên şer û berxwedaniyê.

berxwedana şervanên kobanê bi saya bîrdoziya Rêber APO 134 rojan dewm kir, li tevahî cîhanê deng veda û bi serkeftinê tacîdar bû.
kobanê êdî bû keleha berxwedanê û xeleka destpêkê ya têkbirina çeteyên DAIŞ.