Kanala ROJAVA TV

BEYAN BI RIYA WÊNEXÊZIYÊ DIXWAZE PEYAMA WÊRANKIRINA BAJARÊ XWE BIDE CÎHANÊ

Beyan Wehbî ya 15 salî ji Serê Kaniya dagirkirî ye, êşa koçberiyê rê li pêşaiya wê negirt ku kêrhateya xwe ya wênexêziyê dewam bike û pêş bixe.
lê dagirkerî û koçberiyê hêz dayê ku wêrankirina bajarê xwe yê dagirkirî bi rêya wênexêziyê bide xuyakirin.

Tehlbûna koçberiyê nebû astengiyek li pêş keça Serêkaniya dagirkirî Beyan Wehbî ya 15 salî, terzî wê wêrankirina mal û koçberkirina bi darê zorê, hêz dayê ku kêrhateya xwe ya wênexêziyê bi riya derxistina rûyê dagirkeriyê û wêrankariyê xwe pêş bixe.

Beyan di 4 saliya xwe de bi alîkariya dayîka xwe fêrî wênexêziyê bû, piştî koçberiya wê ji Serêkaniyê, di bin çadereke koçberiyê de li kampa Serê Kaniyê bi vîneke xurt û hêviya vegerê, beşdarî pêşangehan dibe.

Tevî derfetên kêm yên di nava destê wê de lê dikare hemû cûreyên wênexêziyê bi awayekî xweşik çêbike.

Dayika Beyan yekane piştgir û mamosteya wê ye, ji ber ku wê hunerên bedew xwendiye û soz da ku wê jêhatiya xwe li cem keça xwe jî pêş bixe.

Beyan dixwaze bi riya wênexêziyê xwe bigihîne asta cîhanî.
gelek zarokên mîna wê hene yên ku nû dest bi kêrhateya xwe dikin hewcedariya wan bi piştgiriyê hene da ku bigihêjin xewnên xwe.