Kanala ROJAVA TV

KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ Û HEDEFGIRTINA JINAN ŞERMEZAR KIR

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina jinên pêşeng şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de got, dewleta Tirk a faşîst li ber çavên tevahî cîhanê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binesaziya wê hedef digire.

Meclisê diyar kir ku, Dewleta Tirk di êrîşên xwe de rasterast zarok, jin û welatiyên sivîl armanc digire.

Her wiha Meclisê di beşekî din a daxuyaniya xwe de hedefgirtina şoreşger û siyasemedara kurd Şehîd Zelal Zagros li Kerkûka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, wê dengê jina azad li cîhanê bilind bibe.

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo di dawiyê de soza şopandina xeta Şehîdan da.