Kanala ROJAVA TV

JINÊN MINBICÊ HEDEFGIRTINA SIYASETMEDARA KURD ZELAL ŞERMEZAR KIRIN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê li Minbicê bi daxuyaniyekê hedefgirtina Siyasetmedar û çalakvana Siyasî Firyal Xalid şermezar kirin.

Bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, siyasetmedarên herêmê û Jinên Minbicê li pêşiya avahiya Rêvebriya Sivîl a Demokratîk li Minbicê tevîl daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber dewletên hegemon ji hêz û îradeya jinan ditirsin, her dem wan hedef digirin û şehîd dixin.

Jinên Minbicê di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên herêmî û dewletên navnetewî kir ku helwestê nîşan bidin, berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Jinên Minbicê her wiha gotin ku ew weke jin ew ê têkoşîna azadiyê xurt bikin, mezin bikin û xaka xwe bikin warê azadiyê.