Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN KANTONA REQAYÊ: ÊRÎŞÊN DEWLTA TIRK LI DIJÎ ZAGONÊN NAVNETEWÎ NE

Rêveberên kantona Reqayê ji Rojava TV re axivîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Rêveberan tekez kirin ku êrîşên dewleta Tirk wan natirsîne û ew dest ji xaka xwe bernadin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 12’ê mehê ve bi dijwarî êrîşî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Li himberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker , pêkhateyên herêmê bertekên tund nîşan dan.

Hevseroka Meclisa Şehîd Ehmed El Canim a Meclisa Giştî ya kantona Reqayê Şêrîn Qews diyar kir ku, dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê herêmê koçber bike.Her wiha Hevseroka Meclisa Giştî ya kantona Reqayê Heyfa Muslim anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk wan natirsîne û ew dest ji xaka xwe bernadin.Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 5 leşkerên Hikumeta Şamê hatin kuştin, 7 Sivîl birîndar bûn û zêdeyî 80’ê deverî hatin bombebaran kirin.