LI QAMIŞLO SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ BI KONGIREKÊ HATIN NIRXANDIN
Yekîtiya Parêzeran û Nûnerên Civaka Sivîl a kantona Cizîrê ji bo teşîrkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker kongreyek hiqûqî li dar xistin.
Kongr li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.
Bi dehan Parêzer, Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, Ofîsa Enerjiyê, Rêveberiya Sotemeniyê û desteyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Di kongreyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha hedefgirtina binesaziya herêmê hatin şermezarkirin.
Di heman demê de sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin û balkişandin li ser teşîrkirina wan kiryaran ji raya giştî re.
Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ji wan encamnameyan; bang li hêzên demokratîk ên Sûrî, Kurdistanî û Cîhanê hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe yên exlaqî rabin.