Kanala ROJAVA TV

SÛCÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ JINÊN EFRÎNA DAGIRKIRÎ DEWAM DIKIN

Berdevk û Endamên Kombûna Jinên Zenûbiya yên Kantona Minbicê sûc û kiryarên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

Berdevk û Endaman bang li Rêxistinên Mirovî û aliyên peywendîdar kirin ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bikevin tevgerê

Piştî dagirkirina Kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî tevahî welatiyên ku li herêmê mane bi taybetî jinan, kiryarên dermirovî pêk tînin.

Hêrs û bertekên Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî kiryarên li herêmên dagirkirî zêde dibin.

Berdevk û Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê kiriyarên Tirkiyê ên li dijî jinên li Efrînê şermezar kirin.

Her wiha Endaman bang li Rêxistinên Mirovî û aliyên peywendîdar kirin ku li hebmer sûcên Tirkiyê bikevin tevgerê..

Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Kantona Efrîna dagirkirî cezayê darvekirinê li 2 jinên kurd birîne.