HEVSEROKÊ YEKÎTIYA PARÊZERAN A FIRATÊ ÊRÎŞÊN TIRIYÊ ŞERMEZAR DIKE
AZAD EBDÊ - HEVSEROKÊ YEKÎTIYA PARÊZERAN YA KANTONA FIRATÊ
Hevserokê yekîtiya Parêzeran a kantona Firatê Azad Ebdê helwesta xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk nîşan dide û dibêje ku tu helewestên cidî li hember sûcên Tirkiyê nehatine stendin.
Her wiha destnîşan dike ku dagirkeriya Tirk bi hovîtiya xwe zagonan binpêdike
Êrîşên dewleta Tirk li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyan e û ji 23ê Kanûna 2023an ve dewleta tirk a dagirker êrîşî seranserî herêmê dike, binesazî û navendên xizmetê ku çavkaniya jiyanê ne dike hedef.
Di encama êrîşên tirkiyê yên bê ser û ber ên ji 23 heta 28’ê kanûna sala borî de 10 kes şehîd û bi dehan jî birîndar bûn.
Derbarê de Hevserokê yekîtiya Parêzeran ya kantona Fratê Azad Ebdê ji ROJAVA TV re axivî û bi van gotinan helwesta xwe li hember êrîşan nîşan da.
Azad Ebdê diyar kir ku sûcên Tirkiyê li dijî herêmê dike tevahî zagonan binpê dike û got Tirkiyê sûcên şer pêk tîne.
ji bo ku planên xwe yên qirêj pêk bîne , dewleta tirk bi hincetên cûrbicûr êrîşî herêmê dike.
gelê herêmê jî li hember êrîşan peyamên berxwedan ,têkoşîn û parastina destkeftiyên şoreşê didin û ji tevahî planan hişyar in .