Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN AMÛDÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN DEST BI ÇALAKIYA KONVEDANÊ KIRINE

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, li navçeya Amûdê çalakiyeke konvedanê hat destpêkirin.

Encumena gel a navçeya Amûdê konê çalakiyê li milê rojhilatê navçeyê vedaye û ji duh ve xelkên navçeyê qefle bi qefle berê xwe didin bin kon û nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşan nîşan didin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze porjeya Rêveberiya Xweser têk bibe û gelê herêmê qir bike.

Her wiha hate piştrastkirin ku dê gel heya dawiyê li ber xwe bide û piştevaniya Rêveberiya Xweser bike.

Li gorî komîteya amadekar dê çalakî heta 4 rojan dewam bike.