Kanala ROJAVA TV

SIYASETÊN TIRKIYÊ LI HEMBERÎ BERXWEDANA GEL TÊK DIÇIN

Rayedarên Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê êrîşên Tirkiyê şermezarkirin û gotin, tirkiyê armanc dike herêmê dagir bike û nasnameya wê biguhere.
her wiha destnîşan kirin ku ewê asta tekoîşnê li hember êrîşan bilind bikin.
23 ê vê mehê dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin û têde navendên xizmetguzarî, binesaziya herêmê û mal û milkên sivîlan dike armanc , di encama êrîşan de 8 sivîl şehîd û hejmareke sivîl jî birîndar bûn.

Têkildarî êrîşên Tirkiyê Rêvebira Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic Sewsen Mihemed got bi ti awayî vîna gel têk naçe û ewê asta tekoşînê bilind bikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şahîdan Minbic diyar kir ku tirkiyê armanc dike destkeftiyên şoreşa 19 tîrmehê têk bibe.

26’ê kanûnê tevî navendên xizmetê 11 bendên Kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantonên Firat û Cizîrê kir hedef û di encam de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn.