AKADEMIYA ŞEHÎD EMGÎHAN CÛDÎ DEWREYEKE PERWERDEYÊ BI DAWÎ KIR
Dewreyeke perwerdeyê ji Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê der çû.
Encumena Malbatên Şehîdan ji bo zarok û malbatên şehîdan, xuleke perwerdeyê ya fêrbûna zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û bikaranîna komputerê vekir.
Piştî dîtina waneyên pêwîst û xurtkirina asta xwendekaran, Encumena Malbatên Şehîdan şahiyeke derçûnê li dar xist.
Endamên encumenê, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin û piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ev sêyemîn grûp e ku ji Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî der diçe.