LI HESEKÊ CIVÎNA SALÊ YA JINÊN CIWAN BI PÊŞINYARAN BI DAWÎ BÛ
Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê îro civîna xwe ya salê bi pêşinyaran bi dawî kir.
Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê ji bo nîqaşkirina karûxebatên xwe yê salekê bi dirûşma” JIN JIYAN AZADÎ.. SERBIXE AZADÎ ” civîn li hola Xabûr a li bajêr li dar xist.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên di Saziyên Rêveberiya Xweser de beşdar bûn.
Di civînê de hat diyarkirin ku, li herêmê bi saya têkoşîna jinan û berxwedana wan destkeftiyên dîrokî hatin bi destxistin.
Civîna salê ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi hejmarek ji pêşinyaran bi dawî bû, ji wan pêşinyaran:
Avakirina meclîsa Jinên Ciwan û tevahî komîteyan, avakirina tîmên wezîşê yên jinên ciwan, vekirina park û karkegeh karê destan ji jinên ciwan re.