Kanala ROJAVA TV

KONGREYA MSD′Ê YA 4′AN BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

4’emîn kongereya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi encamnameyekê bi dawî bû, ku teqezî li ser çalakkirina diyaloga Sûriyî-Sûriyî kir.
Di encamnameyê de hate gotin li gel çalakkirina diyaloga Sûrî-Sûrî, têkilî bi dewlet û aliyên di dosya krîza Sûriyê de bandor in dewam bike.
Her wiha di encamnameyê de hate destnîşankirin ku mafê Sûriyê di vegerandina serweriya xwe li ser tevahî xaka Sûryê û redkirina tevahî planên guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen, heye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin xebat li ser başkirina rweşa sûriyên di kampên koçberiyê de were kirin û hate aşkerakirina ku mafê her hêzeke Sûrî heye ku her lihevkirineke çandî bi her alî re li dar bixe.