Kanala ROJAVA TV

SEMPOZYÛMA DUYEMÎN A HUNERA ŞÊWEKARIYÊ DI ROJA XWE YA 2’EMÎN DE DIDOME

Sempozyûma Duyemîn a Hunera Şêwekariyê ku ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve hate li darxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome.Sempozyûm duh bi beşdarbûna 30 hunermendên ji kantonên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê ‘Firat û Reng’ li hola Navenda Çandê ya Reqayê dest pê kir.

Sempozyûm dê 10 rojan dewam bike û 23’yê mehê bi pêşangeheke berhemên beşdaran bi dawî bibe.

Hevseroka Komîteya Çandê ya kantona Reqayê Lîlav Xelîl diyar kir ku Armanca ji pêşangehê vejandina hunera şêwekariyê ye .