Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER MIZGÎNIYA ERÊKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ YA NÛ RAGHAND

Têkildarî hevpeymana civakî ya nû , Berpirsên Rêveberiya Xweser ji Rojava TV re diyar kirin ku, Hevpeymana Civakî ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û li ser daxwaza tevahî pêkhateyan hat sazkirin.

Rêveberiya Xweser doh bi daxuyaniyek çapemeniyê mizgîniya erêkirina hevpeymana civakî ya nû ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihand.

Hevpeymana civakî dê neşxerêya karûxebatên Rêveberiya Xweser diyar bike.

Têkildarî mijarê Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî Perwîn Yûsif ku beşdarî bernameya rave ya rojava tv bû diyar kir ku, Hevpeymana Civakî ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û li ser bingeha Netewa Demokratîk e.

Her wiha Hevserokê Encumena Gelan a Demokratîk Ferîd Etê got, Hevpeymana Civakî li ser daxwaza tevahî pêkhateyan hat sazkirin.

Hevpeymana Civakî ya nû ji 4 xalên sereke pêk tê.

Ji wan xalan: azadiya gelan, azadiya jin, perwerde, parastina mafê zarokan, azadiya baweriyan û aboriya komînal.