Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER MAFÊ MIROVAN DIPARÊZE

Siyasetmedar û rêveberên kantona Reqa derbarê mafê mirovan de nêrînên xwe parvekirin û destnîşan kirin ku di encama aloziya suriyê û êrîşên dagirkeriya Tirk de mafên mirovan li sûriyê dihat binpêkirin.

Piştî kirîza sûriyê û sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker ên li dijî xelkên herêmê her wiha ji ber hêzên ku piştgiriyê didin kapîtalîzmê û fikra demuqratîk reddikin mafên mirovan li sûriyê dihat binpêkirinan.

Lê piştî şoreşa 19ê tîrmehê û avakirina rêveberiya xweseriya demukratîk a bakur û rojhilatê sûriyê êdî xelkên herêmê mafê xwe di tevahî qadan de bi dest xistin.

Siyasetmedar û rêveberên kantona Reqayê diyar kirin ku li Sûriyê di encama êrîşên tirkiyê ên li dijî herêmê, mafên mirovan rastî gelek binpêkirinan hat.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê saziya olî yê kantona reqayê mehmûd yehiya jî got di encama êrîşan de zarok û sivîl bûn qurbanî.

12ê mehê encumana giştî ya rêvaberiya xwesr ya demukratîk a herêma bakur û rojhilatê sûriyê hevpeymana civakî ya nû erê kir û tê de mafê her pêkhateyekî û azadiya gelan parastiye.