Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA GIŞTÎ YA RÊVEBERIYA XWESER HEVPEYMANA CIVAKÎ YA NÛ ERÊ KIR

Endamên Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ji Rojava TV re diyar kirin ku, hevpeymana civakî ya nû dê sûdê li tevahî pêkhateyan bike û mafê her kesî biparêze.
Duh sibehê Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 91′an bi beşdariya Desteya Serokatiya Encumena Giştî, nûnerên encumenên zagonsaz ên her heft Rêveberî û Encumenên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li avahiya Rêveberiya Xweser li dar xist.

Di civînê de temamê bend û madeyên Hevpeymana Civakî ya nû ketin dengdanê.
Piştî ku bend ketin dengdanê, Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser Hevpeymana Civakî ya nû erê kir.

Rêveberiya Xweser dê êdî karê xwe li gorî Hevpeymana nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêve bibe.
Cara yekem Rêveberiya Xweser di sala 2014’an de ji bo her sê kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hevpeymana civakî nivîsandibû.

Peymana Civakî ya ku ji gelek madeyan pêk tê, dê bibe bingeha xebatên Rêveberiya Xweser.