HIKUMETA ŞAMÊ DORPÊÇA LI DIJÎ KANTONA ŞEHBAYÊ GIRANTIR KIRIYE
Koçberên Efrînê dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî herêmê şermezar kirin û banga rakirina Dorpêçê kirin .
Koçberan destnîşan kirin ku dê tu carî Dorpêç li hember bexwedana wan nebe bend.
Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêç li dijî kantona Şehbayê ferzkiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê bibin.
ev Dorpêç bandoreke neyinî li tevahî qadên jiyanê kiriye.
Doh Koçberên Efrînê û Xelkên Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî herêmê bi meşeke girseyî şermezar kirin û banga rakirina Dorpêçê kirin .
Koçberên Efrînî ji Rojava Tv re destnîşan dikin ku dê tu carî Dorpêç li hember bexwedana wan nebe bend .
Her wiha koçberan Bang li civaka Nadewletî kirin ku bi lez destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin .
Firqeya 4’an a ser bi Hikûmeta Şamê ve rêbendên xwe asê dike û dorpêçê li ser zêdetirî 150 hezar mirovî ku piraniya wan koçberên Efrînî ne, giran dike.