Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN QAMIŞLO BANGA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

 

Welatiyên Qamişlo jî banga zelalkirina rewşa rêber Apo piştî rûdana erdhejê li Tirkiyê kirin û daxwaz kirin ku rê bê dayin parêzer û malbat hevdîtinê li gel rêber APO bikin.

Tevî tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan 33 mehin tu agahî ji rêber APO nayên girtin.

Piştî rûdana Erdhejê li Bursa ya Tirkiyê fikarên xelkên herêmê derbarê rewşa rêber Abdullah Ocalan de zêde bûn û ji 4’ê kanûnê ve xelkên herêmê bi hêrsin.

Weltiyên Qamişlo Tecrîda li dijî rêber apo şermezarkirin û banga azadiya rêbertî û girtina agahiyekê ji rêber APO kirin.

welatiyên Qamişlo daxwaz dikin rewşa rêber APO ya tenduristî nasbikin nexasim piştî erdheja ku 4’ê Kanûnê li Bursa ya Tirkiyê rû da.

10’ê Cotmehê li bajarê Strasborgê yê Fransayê pêngavek ji bo azadiya rêber APO di bin duruşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dest pê kir.
pêngav di nava mehekê de li 6 parzemînan ,31 welatî û 105 navendan belav bû û gelek kesayetên navdar jî piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin.