Kanala ROJAVA TV

HUNERA ŞÊWEKARIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ JI NÛ VE TÊ ZINDÎKIRIN

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, bizav û xebatên navenda çand û hunerê ya bajêr ji nû ve geş bûn û reseniya gelan derxist holê.

Xebatên ji bo ji nû ve zindîkirina hunera şêwekariyê li bajarê Reqayê piştî avakirina Navenda Çand û Hunerê dest pê kirin.

Salona hunera Şêwekariyê ya li Reqayê, cihekî girîng dide kesên xwedî behreyên wênexêzî û peykersaziyê.

Her wiha behremendên ji tevahî temenan pêşwazî dike û wan perwerde dike.

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê di nava xwe de gelek ofîsên taybet bi huner, wênexêzî, stran, xwendin û şanoyê dihewîne.