Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA KOMÎTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ BI PÊŞNIYARAN BI DAWÎ BÛ

Konferansa Komîteya Karûbarên Civakî ya Encumena Sivîl a Reqayê ku ji bo nîqaşkirina rewşa kesên ji Kampa Holê vegeriyane hatibû lidarxistin, bi pêşniyaran bi dawî bû.

Konferans duh bi dirûşma” Ber bi civakeke hevgirtî ve” û bi beşdariya Nûnerên Saziyên Sivîl, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Navnetewî û Herêmê, li Reqayê hat lidarxistin û bi hejmarek pêşniyaran bi dawî bû.

Ji wan pêşniyaran, Amadekirina deftereke taybet ji bo her kesê ku ji kampa Holê vedigerin, daku belgeyên wan bêne tomarkirin.

Her wiha Di bin navê Navenda Vênêrîna Civakî de komxebatek were lidarxistin û projeyên cuda bêne avakirin.

Biryare ku Navenda Vênêrîna Civakî di nava çend rojên bê de dest bi karê xwe bike.