Kanala ROJAVA TV

XELKÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

Piştî erdheja ku li Bursaya Tirkiyê çêbû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi girseyî û bi çalakiyên cuda rabûn ser piyan.

Gelê herêmê tekez dikin ku heta serokê xwe azad nekin ew ê rihet jiyan nekin.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Encumena Rûspiyan a bajarê Minbic Sadiq El- Ûseydî daxwaza aşkerekirina rewşa Rêber APO kirin.

Her wiha Hevseroka Rêveberiya Bazirganiyê ya li Minbicê Nisrîn El-Elî got, Bê dengiya civaka navnetewî li hemberî tecrîdê hevkariya bi dewleta tirk re ye.

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistan û Cîhanê roj ji rojê berferh dibin.

Gelê Kurd û dostên wan tekez dikin ku, heta azadiya Rêber APO ew ê li qadan bin.