HEZAR Û 200 DAR LI GUNÊD NAVKURÊ YÊ QAMIŞLO HATIN ÇANDIN
Desteya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê hezar û 200 darên merxê li gundê Navkurê yê Qamişloyê çandin.
Desteya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê, Şaredariya Gel a Qamişloyê û rêxistinên civaka sivîl 26’ê Mijdarê pêngavek ji bo çandina hezar û 200 darên merxê li gundê Navkurê yê Qamişloyê da destpêkirin.
Pêngav dê 4 rojan dewam bike.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava jî destek dan pêngavê
Bi vê însiyatîfê re, hejmara darên li gundê Navkurê heta niha hatine çandin, gihaşt 4 hezar û 700’î.
Li gor berpirsên pêngavê, ev xebat di çarçoveya projeyekê de ye ku cihê çopê (Rodko) veguherînin daristanekê.