ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN: DI ÊRÎŞA LI DIJÎ AMÛDÊ DE WELATIYEK ŞEHÎD BÛ
Encumena Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Amûdê de sivîlek şehîd bûye.
Şeva derbasbûyî balafirên dewleta Tirk erebeyeke sivîlan li navçeya Amûdê hedef girtin û di encamê de sivîlek şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Encumena Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê îro bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî sivîlan şermezar kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Encumenê diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî nîşaneya hevkarî û erêkirina êrîşan e.
Encumena Malbatên Şehîdan diyar kir ku armanca êrîşan koçberkirina gel û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha balafireke dewleta Tirk a dagirker vê sibehê jî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Zîwan ê kantona Şehbayê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.