WELATIYÊN HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN TEKEZIYÊ LI SER XETA BERXWEDANÊ DIKIN
Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina pêşeng û saziyên xizmetê, zêde dibin.
Welatiyên bajarê Qamişlo dibêjin, dem dema serxwebûn û azadiyê ye, dê berxwedana wan bi serbikeve.
Ji 5’ê cotmeha derbasbûyî ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.
Duh jî, careke din dewleta Tirk bi balafirên bê mirov navendeke xizmetê li Rimêlan û 2 erebe jî li Qamişlo hedef girtin. Di encamê de 2 sivîl şehîd û 5 jî birîndar bûn.
Têkildarî mijarê, welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca Tirkiyê têkbirina destkeftî û berxwedana gelên herêmê ye.
Her wiha welatiyan gotin, dem dema serxwebûn û azadiyê ye û dê berxwedana wan bi ser bikeve.
Tevî ku li herêmê hêzên Garantor ên weke Hikûmeta Şamê, Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsya hene, lê heta niha li hemberî êrîşan helwesteke cidî û têrker nîşan nedane.