Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO SEMÎNEREK LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN HAT LIDARXISTIN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cezîrê li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo Şemînerek li dar xist .

bi dehan endamên Yekîtiyê , Kongra Star û tevgera civaka demokratîk TEV-DEM ê tevlî semînerê bûn .
Di semînerê de li ser zanîna vê rojê, dîroka şideta li ser jinê, sedem û bandorên wê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin .
ji bo Rêgirtina li hember Tundiyê jî hin pêşniyar hatin kirin .
Beşdaran diyar kirin ku divê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin da ku civak bêhtir ji azadiya jinê re hişyar bibin.