Kanala ROJAVA TV

JINÊN ŞEHBA BEHSA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN DIKIN

Derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan endamên jin ên encumena navçeya Ehresê a kantona Şehba ji ROJAVA Tv re behsa tundiya li dijî jinan kirin û 25 ê mijdarê li jinên cîhanê pîrozkirin.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 25’ê Mijdara sala 1999’an, roja kuştina xwişkên Mîrebal weke roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ragihand û her sal di wê dîrokê li cîhanê giştî çalakiyên girseyî têne li dar xistin.

endamên jin ên encumena Navçeya Ehresê ya şehba li ser her cure tundî, û destdirêjiya ku li jinan tê kirin, bi taybet jinên Efrînê, berxwedaniya xwe nîşan dan û Roja 25 ê mijdarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin.

Endama Komîteya Jin a Navçeya Ehres Xaliya Hemo jî diyar kir ku dagirkeriya tirk sûcên herî hovane û tundiyê li dijî jinan li Efrînê pêk tîne û teqez kir ku ewê li hember van sûcan serî hildin.

“Jin, Jiyan Azadî ku bûye diruşmek cîhanî , di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de hate berzkirin, paşê di Serhildana Gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve di Îlona par de hat berzkirin û ji bo têkoşîna tevahî jinên cîhanê bûye metodek.