ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ LI DIJÎ TECRÎD Û TUNDIYA LI SER JINAN XWEPÊŞANDANEK LI DAR XISTIN
Bi sponseriya Hêzên Parastina Civakî, şêniyên Herêma Cizîrê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî Rêber APO û tundiya li ser jinan şermezar kirin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber APO de vîna tevahî gelan û ya jinan bi taybet hedef digre.
Bi serpereştiya Hêzên Parastina Civakî ya bajarê Hesekê, şêniyên Herêma Cizîrê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û şermezarkirina tundiya li dijî jinan xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.
Xwepêşandan bi beşdariya bi hezaran kesî û berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Jin, Jiyan Azadî ji Qada Şehîd Arîn a bajarê Hesekê dest pê kir.
Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin û hate gotin, bi saya felsefeya Rêber APO jinên herêmê xwe azad kirin, ji lewre heta ku tecrîd neyê şkandin, ew ê li qadan bin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber APO de vîna tevahî gelan û ya jinan bi taybet hedef digre.
Xwepêşandana girseyî ya li bajarê Hesekê bi soza mezinkirina asta têkoşînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.