Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ LI QAMIŞLO KOMXEBATEK LI DAR XIST

Rêxistina Sara bi hevkariya Encumena Olî ya Jinan di çarçoveya rêzeçalaiyên 25’ê mijdarê de, îro li Qamişlo komxebatek li dar xistin.
Komxebat di bin dirûşmeya” Şeref ne di laşê jin de ye, şeref di azadiya civak û welat de ye ” li hola Weqfa Jina Azad a Sûriyê ya li bajarê Qamişlo li dar ket.
Endamên Navenda Lêkolînan û parastina Mafên Zarokan, Mala jin, Encumena Olî ya Jinan û Komeleya Şawîşka beşdar bûn.
Di komxebatê de mijarên wekî, tundiya li ser jinan ya li gorî nêrîna Ol û tundiya li ser jinan li gorî nêrîna zagon û civakê hatin nirxandin.
Li ser herdu mijaran ji aliyê beşdaran ve nîqaş hatin kirin.