Kanala ROJAVA TV

100 DARÊN SINÛBER Û ZEYTÛNAN LI BAJARÊ QAMIŞLO HATIN ÇANDIN

Komeleya Warşîn a Parastina Ekolojiyê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, 100 dar li bajêr û gundê Kutiya çandin.

Bi armanca belavkirina hişmendiya jîngehê, û bi dirûşmeya ” Werin em bi hev re civaka xwe şîn bikin” dar hatin çandin.

50’î darên sinûber li nêzî depoya Taxa Cûdî ya li bajarê Qamişlo û 50’î darên sinober û zeytûnan jî li gundê Kutiya ya li başûrê Qamişlo hatin çandin.

Komeleya Warşîn ji destpêka îsal ve nêzî 1000 darên cûrbecûr li deverên cuda yên wekî dibistan, park, gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandine.