Kanala ROJAVA TV

TEV-DEM LI KOBANÊ 25’Ê MIJDARÊ BI SEMÎNEREKÊ NÎQAŞ KIR

Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya herêma Firatê bi boneya 25’ê mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, semînerek li dar xist.
Semîner di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê mijdarê li hola komîteya lihevanînê ya Herêma Firatê bi durişma “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” li dar ket.
Bi dehan Endamên Tevgera Civaka Demokratîk û Yekîtiya Hunermendan beşdarî semînerê bûn.
Mijarên wekî “tundiya li ser jinan, şêwazên tundiyê, bandorên tundiyê li ser jinan di nava civakê de û rêbazên tundiyê yên ku rû didin” hatin nirxandin.
Beşdaran di nîqaşên xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî tundî û zihniyeta paşverû.
Her wiha gotin, dê jin bi silogana “Jin Jiyan Azadî” jiyaneke nû ji bo xwe biafrînin.