Kanala ROJAVA TV

JI BER QUTKIRINA AVÊ ŞÊNIYÊN GUNDÊN REQAYÊ RASTÎ ZEHMETIYAN TÊN

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şêniyên gundê Sehil yê rojavayê bajarê Reqayê rastî zehmetiyan tên.

Şênî diyar dikin ku ew bi zehmetî avê peyda dikin.

Ev der gundê Sehil yê li rojavayê bajarê Reqayê ye, ji ber qutkirina ava Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şêniyên gund rastî gelek zehmetiyan tên.

Ji ber daketina rêjeya avê, weku pêwîst av nagihêje gundê wan, ji lewre ew bi rêya ereban avê vediguhêzînin malên xwe.

Şêniyên gund diyar dikin ku ev 4 sal in ew di nava vê rewşê de dijîn û daxwaza çareserkirina pirsgirêka xwe dikin.

Rêveberê Yekîneya Avê ya Mensûrayê Ehmed El- Nehar dibêje, ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew ê projeyekê cî bi cî bikin.