Kanala ROJAVA TV

PIŞTGIRIYA JI PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO RE ZÊDE DIBE

Hevserokê desteya Ciwan û Werzîşê ya Şehba, Nacî Selama derbarê pêngava cêhanî ya ji bo azadiya rêber Apo, diyar kir ku ewê vê pêngavê serbixin ji ber ku ew weke pêkhateyên Ereb bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bidest xistin.

Di 10’ê Cotmehê de li 74 welatên cîhanê ji bo azadiya rêber Apo pêngavek bi diruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin.

Roj bi roj jî ev pêngav berfireh dibe û di vê çarçoveyê de çalakî û helwest li pêş in.

Hevserokê desteya Ciwan û Werzişê ya Şehba Nacî Selama ji Rojava Tv re got bi saya fikr û felsefeya rêber Apo me dikarîbû azadiya xwe bidest bixin û bi serbestî kar û xebatê bidin meşandin.

Di heman demê de Nacî Selame got ew ê di nava çalakiyan de bin heta ku pêngava ji Rêber Apo re azadî bighêje armanca xwe û Rêber Apo azad bibe.

ji dema destpêkirina pêngavê û ji 10’ê Cotmehê ve li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê çalakiyên girseyî tên lidarxistin û têde banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadiyê têne kirin.