Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN PYD: PDK Û MALBATA BERAZANÎ LI DIJÎ NASNAME Û NETEWEYA XWE NE

Endamên PYD ên herêma Firatê derbarê beşdarbûna Nêçrîvan Berazanî ji pîrozbahiya salvegera komara Tirk re axvîn û diyar kirin ku Malbata Barazanî dema salveger pîroz kir fikir nekir çiqas komkujî di vê komarê de li dijî gelê Kurd pêk hatine.
Her wiha anîn ziman ku PDK xwe dûrî dîroka gelê kurd dibîne.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd sûcên qirkirinê dike, PDK û malbata Barzanî jî li dijî nasname û neteweya xwe hevkariyê ji vî sûcê qirkirinê re dikin.

Beriya çend rojan salvegera damezrandina sedemîn a komara Tirk bû.

Komara ku li ser qirkirina gelê kurd hatiya avakirin. Nêçîrvan Barazanî jî li Hewlêrê beşadrî pîrozbahiya wê bû.

Li ser mijarê Endamê Encumena Gîştî yê PYD yê herêma Firatê Salih Nûh diyar kir ku Malbata Barazanî dema salveger pîroz kir fikir nekir çiqas komkujî di vê komarê de li dijî gelê Kurd pêk hatine.

Her wiha Endamê Desteya Rêveber Yê Giştî Yê PYD Ehmed Xoce anî ziman ku tevgera PDK bi dewleta Tirk re dide xuyakirin ku PDK xwe dûrî dîroka gelê kurd dixe û hesab nake ew kurd e.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di hilbijartinên 14’ê Gulanê de PDK bi awayekî sergirtî piştgiriya AKP-MHP’ê kir.

Piştî vê piştgiriya xwe jî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî, li Erdogan geriya û ji ber serkeftina ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de bi dest xistiye, ew pîroz kir.