Kanala ROJAVA TV

7’EMÎN MÎHRÎCANA OSMAN SEBRÎ YA WÊJEYÊ LI QAMIŞLO BI DAWÎ BÛ

Çalakiyên 7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ku 3 rojan dewam kir, bi gotina stranan û xelatkirina 6 helbestvanan bi dawî bû.

7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ku di 1’ê Cotmehê de li hola zanîngeha Rojava hatibû lidarxistin, di roja xwe ya 3’emîn de bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê û nûnerên Rêveberiya Xweser bi dawî bû.

Di çalakiya roja dawî de koma Yek Par a muzîkê çend stran gotin, piştre sînevizyonek li ser danesîna her şeş endamên komîteya nirxandina pêşbirka helbestan a mîhrîcanê hat pêşandan.

Endamê koma Yek Par a mûzîkê Diyar Osman ji Rojava Tv re diyar kir ku ew wek koma Yek Par mesaja wan ew e ku ew çanda folklorê bidin pêş.

Her wiha Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ilyas Sîdo behsa atmosfêra mîhrecanê di hersê rojan de kir.

Komîteya amadekar û komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Osman Sebrî, ji 16 berhemên helbestî, 6 helbestvan serkeftî dîtin.

Helbestvanên serkeftî ji aliyê nûnerên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin diyarkirin û xelatê wan ên madî û li kêlek wê mertalên bi logoya mîhrîcanê radestî wan hat kirin.