Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PÊŞBIRKEKE AJOTINA BISKLETAN LI DAR KET

Di çarçoveya projeya “Ez bisîkletê dixwazim” de îro li bajarê Qamişlo, pêşbirka ajotina biskletan bi beşdariya 40 jinan li dar ket.

berpirsên pirojeyê jî dibêjin wan piştî perwerdeya 3 mehan ev pêşbirk li dar xistin.

Jinên ku mafê nirxandina “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e” didin, têkoşîna xwe ya ji bo hilweşandina qedexeyên ku civak li pêşiya jinan datîne, yek bi yek didomîn in.

Yek ji van qedexeyan jî siwarbûna bisiklêtê ye.

Xebatên ku beriya du salan bi dirûşma “Ez bisîkletê dixwazim” ji aliyê komek jinên Qamişlo ve hat destpêkirin, gihîşt hejmareke zêde ya jinan.

Di çarçoveya projeya “Ez bisîkletê dixwazim” de îro li bajarê Qamişlo, pêşbirka ajotina biskletan bi beşdariya 40 jinan li dar ket.

Pêşbirk ji çerxereya Qermotî ya li bajêr dest pê kir û li çerxereya Medînêt El-Şeban bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna pêşbirkê tîmên ku di asta yekem, duyem û sêyem de bi ser ketine, hatin xelatkirin.

Çalakiyên destpêkê yên projeya “Ez bisklet dixwazim” li herêmê bi beşdariya tîmek ji 25 jinan 60 rojî dewam kir.