Kanala ROJAVA TV

7’EMÎN MIHRÎCANA OSMAN SEBRÎ YA WÊJEYÊ DI ROJA DAWIYÊ DE DEWAM DIKE

Çalakiyên 7’emîn mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê di roja 3’an de li hola zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dewam dike.

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Osman Sebrî de, panlek li ser felsefeya Melayê Cizîrî hat lidarxistin.

Di panelê de hate gotin, Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke Mirovî ye û ji ber şêwazê xwe yê rûhî zindî maye.

Piştî qedandina panelê, nivîskar Ebas Mûs bi zimanê Kurdî çîroka xwe ya bi navê `Kilît` û Diyaa Iskender jî bi zimanê Erebî çîroka xwe ya bi navê “di kêliya dawîn de giyanê xwe aşkera kir` xwendin.

Dê îro jî anku roja dawîn a Mihrîcanê helbestvanên serkeftî bên xelatkirin.